Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqerê danî, rêwî xistin bi çavdêriyê

14 March 2020 11:35 0 dîtin
Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqerê danî, rêwî xistin bi çavdêriyê

PeyamaKurd – Balafira ku ji Bexdayê diçû Stenbolê bi lezgînî li balafirgeha Enqereyê danî û rêwiyên wê xistin bin çavdêriyê. Hat hîn bûn ku dê ew balafir bi bi şunde bo Bexdayê were şandin.

Balafira ku ji paytexta Iraqê, Bexdayê ku diçû Stenbolê, ji ber bergiriyên korona virusa nû (Covid-19) nehiştin biçe Stenbolê û li Balafirxaneya Esenboga ya Enqereyê bi lezgînî danî.

Hat zanîn 57 rêwî di balafirê de hebûn û ji ber tevdîrên Covid-19ê rêwî rakirin nexweşxaneyê û xistine bin çavdêriyê. 

Li gorî agahiyên berdest, tevahiya rêwiyên di balafirê de hemwelatiyên Tirkiyê bûne.