Balafireke rêwiyan a Kurdistanê li Ûkrayna asê maye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke Herêma Kurdistanê ji ber şerê li Ûkraynayê asê maye û hewl tê dayîn ku ew balafir li Kurdistanê were vegerandin.
Rêveberê Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar daye xuyakirin, balefireke Herêma Kurdistanê li Ûkrayna asê maye, ji ber balefirgeh daxistî ne û ji ser asmanê Ûkraynayê balafir nikarin rabin ew balafir asê maye.
Hoşyar daye zanîn ku ew balafira ku asê maye, sivîl e û ya veguhestina geştiyaran e û ji ber pirsgirêkên teknîkî berî şer ji bo çêkirina wê ji Ukrayna re hatiye şandin ku biryar bû şeva berî şer vegere Kurdistanê.
Ehmed Hoşyar gotiye: “Hewl tê dayîn bi rêya xwediyê şîrketê ew balafir bi rêyên pêwendiyên derve yên Herêma Kurdistan û Iraqê were anîn. Lê heta niha ji ber rewşa li Ûkraynayê nekariye vegere û rewşa li Ûkraynayê bandor li me jî kiriye ku ji ber kêmbûna her balafirgehekî bandora wê li ser me jî çêdibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin