Li Balafirgehê agir bi balafireke rêwiyan ket

28 January 2025 18:30 0 dîtin
Li Balafirgehê agir bi balafireke rêwiyan ket

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Balafirgeha Gimhae ya Navnetewî ya Koreya Başûr agir bi balafireke rêwiyan ket ku 169 rêwî tê de bûn.

Li gorî medya Koreya Başûr, li Balafirgeha Gimhae ya bajarê Busanê, agir bi balafireke rêwiyan a kompaniya Air Busan ket û gelek tîmên agirvemirandinê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hate diyarkirin ku agir di aliyê duvikê balafirê de derketiye ku sedema wê hîn nehatiye zanîn.

Di balafirê de 169 rêwî û 7 karmendên balafirê hebûn ku hemû hatin rizgarkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye, 29ê Kanûna 2024an jî balafireke Koreya Başûr a rêwiyan dema daketinê ketibû û teqiyabû. Di wê bûyerê de 179an can dabû.