Gestên esmanî yên di navbera balafirgehên Iraq û Belarûsê de hatin ragirtin

05 August 2021 13:33 0 dîtin
Gestên esmanî yên di navbera balafirgehên Iraq û Belarûsê de hatin ragirtin

PeyamaKurd – Geştên esmanî yên di navbera balefirgehên Bexda û balafirgeha Minsk a paytexta Belarus, bi sedema qaçaxçîtî û çûna penaberan ji Iraqê ve hatin ragirtin.

Li gor malpera RT ya Rûsî belav kir, geştên esmanî yên di navbera Hewlêr û Mînsk de ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve heta demekî nediyar hatine ragirtin.

Ragirtina geştên esmanî ji Bexdayê bo Belarus piştî wê yekê tê ku Yekitiya Ewruopa rexne li desthilatdarên Iraqê kirin, ku di bin navên geştên giştî de, penaberên wî welatî diçin Belarusê û ji wê derê ve jî bi qaçaxî berê xwe didin Lîtvanyayê.

Do 04.08.2021ê hêzên ewlehiya sînor ên Belarusê da zanîn: ‘‘Penaberekî Iraqê li ser sînorê navbera Belarus û Lîtvanya de hatiye kuştin û çar penaberên din jî bi birîndarî gehandine nexwaşxaneyê.