Umêd Xosnaw daxwaza gestên rasterast ên esmanî di navbera Hewlêr-Diyarbekirê de kir
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, ji bo beşdarî pêşangeheke navdewletî bibe, serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê kir û di gotareke li wê derê de daxwaz kir, geştên rasterast ên esmanî di navbera Hewlêr-Diyarbekirê de destpê bikin.
Umêd Xoşnaw di gotara xwe de, daxwaz ji Parêzgarê Diyarbekirê kir ku ji bo pêşxistina têkiliyan, geştên esmanî yên rasterast di navbera Hewlêr-Diyarbekirê de bên destpêkirin.
Xoşnaw herwiha eşkere kir: “Ez li vir derfet dibînim ku daxwaz ji birêz Parêzgarê Diyarbekirê bikin ku geştên rasterats di navbera Diyarbekir-Hewlêr destpê bike û em wek Hewlêrê û wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ne ku geştên rasterast destpê bike û dibe hokareke girîng a bihêztirbûna pêwendiyan û pêşvebirina karûbarên bazirganiyê di navbera her du welatan de û di warê geştyariyê de jî tekez hemwelatiyên me her du aliyan wê bêtir sûdê jê bibînin, lewra em amade ne li ser vê mijarê gotûbêjê destpê bikin ku geşta rasterast a Hewlêr-Diyarbekirê destpê bike.”
Di berdewamiyê de Parêzgarê Hewlêrê amaje bi piştgiriya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kar û xebatên kompaniyên Tirkiyê ji bo weberhênanê li Herêma Kurdistanê kir û got: “Em daxwaz ji weberhênerên Tirkiyê dikin ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.”
Herî dawî Umêd Xoşnaw destnîşan kir, tevî xerabiya rewşê û krîzan, derfet ji bo pêşxistina weberhênanê li Herêma Kurdistanê gelek in û daxwaza pêşxistina pêwendiyan li gel Tirkiyê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin