Gestên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de îro despê dikin
PeyamaKurd - Geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de îro destpê dikin û Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.
Li gor Rêveberê Ragihandina Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê Cîhad Dîwan destnîşan kir, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê ji îro 15ê Cotmeha 2020an ve destpê dike.
Cîhad Dîwan da zanîn, piştî gotûbêj û danûstandinên li gel aliyê Tirkiyeyî, biryar hatiye dayîn ku her hefteyê her aliyek heft geştên esmanî pêk bîne, wate heftane aliyê Iraqî dê heft geştan û aliyê Tirkiyeyî jî heft geştên esmanî pêk bîne û destpêkirina geştên esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de, Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin