Serdemek nû di navbera Bankên Navendî yên Iraq û Tirkiyê de
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Bankên Navendî yên Iraq û Tirkiyeyê ji bo veguheztina bazirganiyê ya di navbera her du welatan de mekanîzmayeke nû bê çêkirin dest bi xebatê kirin.
Serokê Banka Navendî ya Iraqê Alî Alaak û Serokê Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê Fatîh Karahan li Stenbolê hatin cem hev.
Di daxuyaniya Banka Navendî ya Iraqê de hat gotin, "Di hevdîtinê de mijara xurtkirina pêwendiyên bankî yên di navbera her du welatan de û avakirina mekanîzmayeke nû ji bo bi bandortirkirina veguhestina pereyan" hatiye gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de Alî Alaak ji bo zêdekirina qebareya îthalata Tirkiyê û berfirehkirina kanalên dravdanê daxwaz kir ku "bankên Tirkiyê ji bo bankên Iraqê hesabên xwe vekin".
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê wê piştgiriyê bide sererastkirina danûstendinên darayî yên di navbera her du welatan de û bi vî awayî danûstendinên bazirganî wê hêsantir bibin.
Ji 3ê Cotmehê ve danûstandinên bazirganî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de bi Euro tên kirin.
Di çarçoveya rêziknameya nû de, karsazên Iraqî danûstandinên xwe bi rêya şaxên bankayên Tirkiyê yên li Iraqê, li şûna dolaran bi Euro bikar tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin