Balafirên Îsraîlê li nexwesxana dostaniyê ya Tirk-Fîlîstînê xist

30 October 2023 22:35 0 dîtin
Balafirên Îsraîlê li nexwesxana dostaniyê ya Tirk-Fîlîstînê xist

PeyamaKurd – Di roja 24em ya şerê navbera Îsraîlê û Fîlîstînê de balafirên Îsraîlê li Xezayê li nexweşxana dostaniyê ya Tirk-Fîlîstînê xist. Di qata herî jor û ya 3em de xesara zêde çêbû.

Serokê nexweşxanê Dr. Subhi Sekkik, bi nivîskî ragihand ku di nexweşxanê de gelek xesar çêbûye û li herêmê nexweşxana tenêye ku tedawiya nexweşên kanserê (seretanê) dike. Sekkik got ku dema dora nexweşxanê bombebaran dikirin, nexweş û wezîfedarên nexweşxanê birîndar bûne û ne dûre ku Îsraîl li temamê nexweşxanê bixin.

Li aliyê dinê wezîrê tenduristiyê yê Fîlîstînê Mey el-Keyle, li Ramallahê bi nûnerê Almanya yê karên mirovî Daike Potzl re hevdîtin kiriye û gotiye ku li Xezzayê nisbeta tijebûna nexweşxanan gihaye %150.

Keyle ragihandiye ku li nexweşxana Şîfayê jimara nexweşxan gihaye 5 hezarî û jimara ku nexweşxane dikare hilgire tenê 700 e.