Ji Îsraîlê 3 balafirên agirvemirandinê bo Tirkiyê hatin sandin

08 August 2021 18:35 0 dîtin
Ji Îsraîlê 3 balafirên agirvemirandinê bo Tirkiyê hatin sandin

PeyamaKurd – Li gelek bajarên Tirkiyê şewatên daristanan ev zêdetirî 10 roj in berdewam dikin û hîn jî li hin cihan agir nehatine vemirandin.

Hat ragihandin ku ji Îsraîlê bo Tirkiyê 3 balafirên agirvemirandinê hatine şandin.

Medya Tirk eşkere kiriye ku xwediyê ODAŞ Enerjiyê Burak Altay bi hevkariya xwediyê Arad Holdîng a îsraîlî Nimrod Arad ji kompaniya Chimnir a îsraîlî 3 balafirên agirvemirandinê kirî kirine û ew balafir ligel 7 karmendê xwe gihîştine navçeya Mîlas a Muglayê ku şewatên daristanan li wir didomin.