Li Sengalê di bordûmana balafirên Tirkiyê de 2 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li devera Şengalê, di bordûmana balafirên Tirkiyê de 2 kes hatin kuştin.
Li gor buroya medyayê ya fermandehiya operasyonên hevbeş ya artêşa Iraqê ragihand, do danê êvarê balafirên bê pîlot yên Tirkiyê sînorên Iraqê derbas kirin û li gundê Behrava yê nahiya Xanesor ya Şengalê, otomobîleka pîkab bordûman kirin.
Li gorî agahiyên wê dezgeha artêşa Iraqê, di wê êrişê de 2 kesên sivîl hatin kuştin û şofêrê otomobîlê jî rizgar bû.
Wê dezgeha artêşa Iraqê daye zanîn, di heman demê de li gundê Bare yê nahiya Xanesor ya Şengalê, baregehek din jî ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat bordûmankirin lê heta niha ziyanên wê nayên zanîn.
Ji aliyekî din, fermandehiya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ku girêdayî PKKê ne, ragihand, balafirên Tirkiyê li hêzên wan dane û wê paşê agahiyan li ser wê yekê belav bikin.
YBŞê behs nekiriye lê tê gotin ku otomobîleka wan hatiye bordûmankirin.
Ev êriş di dema xelkê Şengalê li dijî hebûna hêzên PKKê dest bi xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê kirine û daxwaz dikin PKK ji wir were derxistin pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin