Duhok | Di êrîsa balafirên Tirkiyê de 3 sivîl hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de, li devera Şêladizê ya parêzgeha Duhokê 3 welatiyên sivîl can dan.
Êrîşên balafirên şer ên Tirkiyê bi ser xaka Başûrê Kurdistanê de ku ev hefteyeke berdewam in, îro jî dewam kirin û gundên devera Şêladizê yên bajarokê Amêdîyê yê Duhokê hatin bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyan 3 kesên sivîl di êrîşên îro 19ê Hezîranê de can dane ku du kes ji wan sivîlan li gundê Sîdan û yek jî li gundê Dergea Mîsa Beg rastî bombebaranê hatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin