Balafirên rejîmê êrîs birin ser Idlibê û 15 kes mirin

07 February 2020 02:34 0 dîtin
Balafirên rejîmê êrîs birin ser Idlibê û 15 kes mirin

 

PeyamaKurd- Balafirên rejîmê û Rûsyayê êrîşên hewayî birin ser Idlib û der û dora wê û di encamê de 15 kesên sîvîl jayana xwe ji dest dan. Êrîş çawa ji hewayê de hatin kirin her weha di bejayiyê de jî dewam kirin. Deverên ku ketin ber êrîşê, li Idlibê beldeyên Teftenaz, Neyreb û Bînneş li Halebê jî deverên Ureim Kubra û Hayyan in.

Li gor Mala Çavdêriyê ku ya muxalefetê ye; balafirên rejîma Sûriyê û yên Rûsyayê li navenda İdlibê û gundên Sermîn, Kumeynas, Maret Nîsanê û li Helebê; li gundên Xan el Asal, Maret Artîk, Raşidîn, Kefer Hamra, Babîs, Kefer Naha, Humeyra, Kalaciyye, Hureytan û Anadanê xistine.

Sîvîlên ku hatine kuştin li navneda Idlibê 1, li gundê Hayyanê 1, li gundê Teftenazê 1, li beldeya Helebê li Urim Kubrayê 4 kes jiyana xwe ji dest dane. Ber destê êvarê di êrîşên balafirên Rûsyayê de, li navenda Idlibê 8 kes jiyana xwe ji dest dane.