Balafirên ser ên Tirkiyê devera Bradostê bombebaran kir

25 June 2020 18:41 0 dîtin
Balafirên ser ên Tirkiyê devera Bradostê bombebaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê ku ev du hefte ne li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê êrîşên berfireh dane destpêkirin, îro gundewarên devera Bradostê car dan bi balafirên şer bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên herêmê, balafirên şer ên Tirkiyê zozanên Sinîn, Bêgkim, Lolan û gundên Xelîfan û Gerwû Zirar bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku balafirên şer li ser deverên Wertê, Balekayetî û Binarê Qendîlê jî firiyan ku balafirên keşfê jî bi nizmî li ser navçeya Soran firînên xwe kirin.

Derbarê ziyanên bombebarana dawî de hîn ti agahiyên zelal û piştrastkirî nehatine.