Balafirên Tirkiyê devera Bradostê bombebaran kir
PeyamaKurd - Duh (24.03.2019) danê sibehê careke din balafirên Tirkiyê li devera Bradost a ser bi bajarokê Sîdekanê bobebaran kir. Muxtarekî navçeyê dîyar kir ku, di encama bombebarana balafirên Tirkiyê da zirar û ziyaneke mezin a madî gihştîye navçeyê.
Muxtarê Gundê Xelîfan Celal Uzêr ragihand: “Saet 6 heta 7 û nîv danê sibehê, balafirên şer ên Tirkiyê li Xwakurk û Bêsnok û Maremelayê dan, ku zozanên Başûrê Kurdistanê ne û di encamê da ziyaneke mezin gihandine wê navçeyê.”
Uzêr wiha axivî: “Heta beriya nîvro jî balafirên Tirkiyê berdewam li ser asmanê navçeya me diçûn û dihatin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin