Balafirên ser ên Tirkiyê li Singalê otomobîleke YBSê kir armanc
PeyamaKurd - Tê ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê îro êvarê li Şingalê otomobîleke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku bi ser PKKê ve ye bombebaran kiriye.
Li gorî zanyariyan balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Bare yê bajaroka Sinune ya Şingalê otomobîlek kiriye armanc.
Çavkaniyên herêmê didin xuyakirin ku otomobîla hatiye armanckirin ya hêzên YBŞê ye ku bi ser PKKê ve tê zanîn. Hinek çavkanî jî dibêjin, du wesayît hatine bombebaran kirin û serkirdeyên PKKê jî di wan de hebûne.
Fermandarê Pêşmergeyên Şingal Qasim Şeşo derbarê wê êrîşê de ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku ji ber bombardimana balafirên şer ên Tirkiyê bi ser otomobîleke YBŞê de çend kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.
Qasim Şeşo daye xuyakirin ku 3 birîndar ji bo nexweşxaneya nehiya Sinûnê ya Şingalê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin