Singal | Tirkiyê otomobîleke YBSê bombe kir: 3 kesan can da

27 February 2023 18:18 0 dîtin
Singal | Tirkiyê otomobîleke YBSê bombe kir: 3 kesan can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê îro 27ê Sibatê bi êrîşeke dronê li Şingalê otomobîleke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bombe kir.

Li gorî ragihandina Dijeterora Kurdistanê, îro 27ê Sibata 2023an li demjimêr 12:10 droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên YBŞê li komelgeha Xanesorê ya Şingalê bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de, berpirsekî leşkerî yê YBŞê û 2 çekdarên din jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî çavkaniyên YBŞê jî navê yek ji kesên can daye Seid Şingalî yê bi nasnavê Pîr Çeko ye û navê kesekî din ê can daye jî Xeyrî Xidir ê bi nasnavê Agir e û her du kes jî xelkê Şingalê ne.

Medyaya nêzîkî PKKê jî li ser êrîşê ragihandiye ku 3 kes bi giranî birîndar bûne û ew bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.