Balafirên Tirkiyê bombe barandin: 'Li otomobîla PKKê xistin'
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê nîvro balafirên şer ên Tirkiyê, gundê Babîrê li sînorê parêzgeha Duhokê bombardiman kirin û otomobîleke PKKê ya li nav gund bûye armanca wê bombardimanê.
Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê, bombardimana balafirên şer ên Tirkiyê piştî nîvro dest pê kiriye û otomobîleke gerîlayên PKKê li nav gundê Babîrê kirine armanc ku ji ber wê bombebaranê, welatî û nîştecihên gund gelek tirsiyane û ji rewşê dilgiran in.
Rêveberê Bajarokê Mangêşkê, Muştaq Îsmet jî bûyer piştrast kiriye û gotiye, ji ber bombebaranê tirsek mezin di nav welatiyên herêmê de belav bûye, bi taybet ewên ku li nêzîk cihê bombebaranê bûne.
Li gorî vîdyoya ku li ser medya civakî hatiye belavkirin, bombardiman gelekî li nêzîkî niştîngehên sivîl hatiye kirin û metirsiyek mezin li ser xelkê wê deverê çêkiriye.
Pençe Harekatı kapsamında Türk savaş uçakları Duhok’taki PKK hedeflerini vuruyor pic.twitter.com/RVCXSNrTeb
— EHA MEDYA (@eha_medya) August 20, 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin