Balyozê YEyê: Ji bo rûbirûbûna gendeliyê em alîkariya Iraqê dikin

10 September 2024 13:20 0 dîtin
Balyozê YEyê: Ji bo rûbirûbûna gendeliyê em alîkariya Iraqê dikin

PeyamaKurd - Balyozê Yekîtya Ewropa (YE) yê Iraqê Thomas Seiler diyar kir ku YE weke erkê ku hilgirtiye ser xwe pabendê alîkarîyên tekoşîna li dijî gendelî û bêdadiyê ya li Iraqê ye.

Balyozê YE yê Iraqê Seiler di 2yemîn Korbenda Erebî ya Bihêzkirina Desthilatdariyê ya Iraqê de axivî û got: “YEyê weke erkê xwe yê ji bo rûbirûbûna gendelî û bêdadiyê pabendê alîkariya Iraqê ye.”

Thomas Seiler di axaftina xwe de mimûneyên gendeliyê wiha vegot: "Wek nimûne; dema kompaniyeke te hebe û tu bixwazî pirekê çêbikî, dema ji bo wî karî bikî te hemû pêdiviyan bi cih anîbe û peymanek pêwîst be ku tu wî karî bikî û serdana wezaretê bikî jî, lê belê peyman ji te re dernakeve û ji kesekî din re derdikeve. Wê hingê em bi hêsanî dikarin bêjin ku li vê derê gendelî heye. Ev ew nimûne ye ku ez dixwazim teqeziyê li serê bikim ku gendelî li dezgehan û di karên rotîn de dest pê dike.”

Balyozê YEyê destnîşan kir ku ew dixwaze ji bo rûbirûbûna gendelîyê piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê Îraqê teqez bike û dom kir:

"Wekî YEyê me herdem ew yek ronî kiriye ku pêwîst e rûbirûbûna gendeliyê ji erkên pêşekî yên Iraqê be. Ji bo rûbirûbûna gendeliyê me teqeziyê li ser rêkareke bihêz kiriye jî. Me li ser wê yekê kar kiriye ku ew rêkarên em bi cih tînin siberojeke baş di rûbirûbûna gendeliyê de peyda bike, xasma jî rêkarên yasayî û siyasî. Herwiha Parleman jî dikare ji bo rûbirûbûna gendeliyê yasayan derbixe û hikûmet jî wan yasayan pêk bîne. Em pir gringiyê didin wê yekê ku rûbirûbûna gendeliyê piralî û tevreng be. Divê parleman, hikûmet û aliyên din jî ji bo em pirsgirêkan çareser bikin, bi hev re kar bikin da ku em bikarin pêşkeftinê bi dest bixin.”