Colanî bi Balyozê Çînê yê Sûriyeyê re civiya
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed Şara (Jolanî) li Şamê bi Balyozê Çînê yê Sûriyê Şî Hongweî re civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî jî beşdarî civîna ku li Qesra Gel a li paytext Şamê hat lidarxistin bû.
Di daxuyaniya Serokatiya Sûriyê de ev tişt hatin gotin: "Serokê Komara Erebî ya Sûriyê Ehmed Şare ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî pêşwazî li Balyozê Komara Gel a Çînê li Sûriyê Şî Hongweî û şanda pê re kir."
Di daxuyaniyê de ti agahiyên din nehatin bidestxistin. Şî Hongweî ji 29ê Çileya sala 2023an vir ve Balyozê Çînê li Sûriyê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin