Balyozê Amerîka û Kazimî li ser proseya vekisîna hêzên Amerîkayê civiyan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller civiyan û proseya pêngava vekişandina hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê guftûgo kirin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê ragihandiye ku Balyozê Amerîka di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya aramiya Iraqê û guhartina erkên hêzên Amerîka li Iraqê kir.
Hêjayî gotinê ye, meha Hezîrana borî Amerîka û Bexdayê di çarçoveya diyaloga stratejîk de li hev kirine ku heta dawiya îsal Amerîka hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û tenê di warê şêwir û rahênana leşkerî û şerê li dijî terorê de alîkariya Iraqê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin