Kazimî bi balyozê Amerîka û Îranê re civiya
PeyamaKurd- Mustafa Kazimî piştî ku bû serokwezîrê Iraqê balyozê Amerîkayê yê Bexdayê û yê Îranê ji hev cuda qebûl kir. Kazimî ragihand ku ew naxwaze welatê Iraqê bibe meydana berjewendiyên hinek hêzan û wê ji terorê re mazûrvaniyê neke.
Li gor ragihandina ji nivîsîngeha çapeniyê ya Kazimî hat kirin; seredana her dû balyozan; yê Amerîkayê Mathew Tueller û yê Îranê Îrec Mascîdî ji hev cuda qebûl kiriye. Di hevdîtina bi balyozê Amerîkayê bi Tueller re, behsa ewlekariyê, aboriyê, têkoşîna li dijî terorê û aramiya herêmê axifîne. Tueller ragihandiye ku di serî de têkoşîna bi koronavîrusê re û di temamên sehayan de amade ne ku destekê bidin Iraqê.
Kazimî di hevdîtina bi Îrec Mescîdî re gotiye ku ew dixwazin bi welatên cîran re pêwendiyên wan yê baş hebin û weha gotiye:
“Iraq wê nebe mala terorê û nebe ciyê ku jê êrîş bibin ser welatekî din.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin