Sûdanî, ligel Balyozê Îranê civiya

16 August 2023 15:00 0 dîtin
Sûdanî, ligel Balyozê Îranê civiya

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Iraqê hatin ragihandin, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, li ser çend mijaran ligel Balyozê Îranê yê Bexdayê civiya.

Hat diyarkirin ku di Sûdanî û Balyozê Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim Alsadiq civiyan û hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser têkiliyên dualî yên Iraq û Îranê û li ser rewşa siyasî guftûgo hatiye kirin.

Li gorî hat zanîn, di civîna ku duh bişev hat kirin de aliyan li ser mijarên wekî enerjiyê û pergalkirina merasîmên Erbeîn û hatina bawermendên Îranî bo Iraqê ya bi mebesta beşdarbûna merasîmên Erbeînê dan û stendin hatine kirin.