Sûdanî li ser serdana Birîtanyayê bi balyozê Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îraqê û Balyozê Brîtanyayê li Bexdayê danûstandinan li ser tewerên serdana çaverêkirî ya Sûdanî ji bo Brîtanyayê kirin û daxwaz jî ji welatên Ewropayê hat kirin ku bizavan ji bo seqamgirkirina Rojhilata Navîn zêdetir bikin.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro, di 3ê Berfembarê de, ragihandiye ku di çarçoveya pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragehand, divê zêdetir bizav ji bo seqamgiriya Rojhilata Navîn û dabînkirina aştî û ewlehiyê ji bo gelên deverê bên kirin.
Herwesa di ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê de hatiye daxuyandin ku Sûdanî û Hitchen danûstandin li ser peywendiyên navbera Londonê û Bexdayê de di warên aborî û pêşxistinê de kirine.
Dîsa hatiye diyar kirin ku behsa serdana çaverêkirî ya Sûdanî ji bo Brîtanyayê û ew mijarên ku Sûdanî niyet e di dema serdana xwe de bi berpirsên wî welatî re danûstandinan li ser bike hatine nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin