Serokwezîr Barzanî, bi Balyozê Îranê re civiya

11 September 2023 17:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, bi Balyozê Îranê re civiya

PeyamaKurd- Ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro bi Balyozê Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim El Sadik û şanda pê re civiya.

Di agahiyên ku hatin dayîn de hat diyarkirin ku Balyozê Îranê yê Bexdayê Muhammed Kazim El Sadik spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi alîkariyê pêşkêşî mêvanên Îranî yên ku ji bo merasima Erbeînê hatine.

Hat znaîn ku El Sadik pêşketin û pêşketina li Herêma Kurdistanê bi taybetî li bajarê Hewlêrê bilind nirxand.

Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku di hevdîtinê de çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser esasê destûr û rêkeftinan jî hat gotûbêj kir.

Her wiha hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya yasaya bûdce û destûrî de bi erkên xwe radibe û divê hikûmeta Iraqê mafên darayî yên herêmê bişîne.