Serokwezîr Barzanî bi balyozê Îranê yê Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de û guhartinên li Iraq û navçeyê guftûgo hatin kirin.
Balyozê Îranê li Iraqê ragihand, em bi geşbînî li Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinêrin ku pêwendiyên di navbera herêma kurdistanê Îranê de pêş bixe û amadehiya welatê xwe ji bo her hevkariyekê di wê derbarê de derbirî.
Herdu aliyan di hevdîtinê de tekezî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemayên destûrê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin