Balyozê Amerîka yê Bexdayê û Qasim Erecî civiyan, lê cihê hevdîtinê nehat eskere kirin
PeyamaKurd - Şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê piştî serdana Herêma Kurdistanê li cihekî nehatiye diyarkirin, bi balyozê Amerîkayê yê Iraqê Matthew Tueller re civiya ku tê gotin, Tueller piştî nûçeyên derbarê daxistina balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê derbasî Hewlêrê bûye.
Ofîsa ragihandina şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê Qasim Erecî da xuyakirin, îro 28.09.2020ê Erecî li gel balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller civiya.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di civînê de Erecî û Tueller guftûgo derbarê peyvendiyên Bexda û Washingtonê û çawaniya pêşxistina wan de kiriye.
Ofîsa Erecî ragihandiye, di civînê de balyozê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe bo Iraqê di warê asayîş û tekoşîna hember terorê de nîşan daye.
Hêjayî gotinê ye cihê civînê nehatiye eşkerekirin ku Qasim Erecî doh li Hewlêrê bû û Balyozê Amerîka yê Iraqê jî li gorî nûçeyan piştî îdiayên daxistina avahiya balyozxaneyê derbasî Hewlêrê bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin