Balyozê Rûsyayê: Cezayên rojava wê Moskowê neçar neke ku siyaseta xwe ya derve biguherîne
PeyamaKurd – Balyozê Rûsyayê li Washingtonê di derbarê cezayên li dijî welatê xwe de axivî û diyar kir, cezayên rojava wê Moskowê neçar neke ku siyaseta xwe ya derve biguherîne.
Balyozê Rûsya li Washingtonê Anatoly Antonov da zanîn, cezayên li dijî welatê wî, wê bandorê li bazarên cîhanî û li xweşiya Amerîkiyan bike, lê wê Moskowê neçar neke ku siyaseta xwe ya derve biguherîne.
Balyoz Antonov eşkere kir: “Guman nîne ku cezayên li ser me hatine sepandin, wê zerarê bide bazarên darayî û enerjiyê yên cîhanî.
Herî dawî eşkere kir: “Cezayên li dijî Rûsyayê, wê tu tiştî çareser nekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin