Rûsyayê Cîgirê Balyozê Amerîkayê Bartla Gorman ji Moskowê derxist
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Moskowê bi daxuyaniyekê ragihand û got, desthilatdarên Rûsyayê, Cîgirê Balyozê Amerîkayê Bartla Gorman ji Moskowê derxist.
Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Moskowê daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Rûsyayê, Cîgirê Şanderê Dîplomasiyê yê Amerîkayê Bartla Gorman derxist, ku li Rûsyayê duyem berpirsê mezin ê Balyozxaneya Amerîkayê ye.”
Di berdewamiyê de eşkere kir: “Amerîka derxistina Cîgirê Balyozê xwe ji aliyê desthilatdarên Rûsyayê ve, weke pêngaveke ber bi alozkirina rewşê dibîne û em rêkarên bersivdana Moskowê gotûbêj dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin