Balyozê Ûkrayna: Ji bo sêr çênebe em dikarin xwe ji endambûna NATOyê vekisînin!
PeyamaKurd – Balyozê Ûkraynayê yê li paytexta Brîtanya Londonê, Vadym Prystaiko di demeke ku Rûsya li ber dagirkirina welatî wî ye daxuyaniyeke balkêş da BBCyê.
Balyozê Ûkraynî li ser mijara endamtîya NATOyê ku Rûsya bi tundî li dijî wê derdikeve ji BBCyê re gotiye, Ûkranya ji bo şer çênebe dikare di armanca xwe ya endambûna NATOyê de, nerm bibe, yan jî paşde gav bavêje.
Balyoz Vadym herwiha diyar kiriye ji ber sedema, “Bi taybet jî heger ji bo wê gef li me têne kirin, fişar li ser me tê kirin û em rastî şantajê tên” ew dikarin biryareke wiha bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin