Balyozxaneya Amerîkayê: Pêsmerge û hêza Iraqî di rûbirûbûna DAISê de di hemahengiyê de ne

22 December 2021 14:32 0 dîtin
Balyozxaneya Amerîkayê: Pêsmerge û hêza Iraqî di rûbirûbûna DAISê de di hemahengiyê de ne

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê diyar kiriye, Pêşmerge û hêza Iraqî di rûbirûbûna DAIŞê de, di hemahengiyê de ne.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê îro Çarşemê li ser medya civakî daye zanîn, Iraqî û hêzên Pêşmerge di hemahengiyê de ne ji bo rûbirûbûna şaneyên raketî yên DAIŞê û di heman demê de, hêza hevbeş a serbazî di çarçoveya operasyonên çareseriyên bingehî Hevpeymaniya Navdewletî wê berdewam be di piştevaniya wan de.

Herwiha hatiye eşkerekirin, dayîna zanyariyên îstîxbaratî û hemahengiya ji bo rêgirîkirin li serhildana DAIŞê erk û armanca wan pêk tîne ku Hevpeymaniya Navdewletî di bin navnîşana (perwerdekirin-alîkarîkirin -şiyanpêdan) de pêk hatiye.