Banga Partiya DEMê ji bo Tel Rifat û Helebê
PeyamaKurd – Partiya DEMê diyar kir ku ji ber êrîşên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (HTŞ) ku li Sûriyeyê Heleb bi dest xistin û ber bi Hemayê ve pêşve çûne, gel li Tel Rifat û Helebê rastî metirsiya komkujiyê tên.
Partiya DEMê têkildarî geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev gotin hatin bikaranîn:
"Ji ber şer û pevçûnên ku di van rojên dawî de li Sûriyeyê derketiye holê, Kurd, Ereb û gelên din ên li herêma Tel Rifat û Helebê ku sondxwarinê nadin çeteyên êrîşkar, bi metirsiyeke nû ya komkujiyê re rû bi rû ne. Bi taybetî jî bi deh hezaran mirovên li Tel Rifatê bi cih bûne û şêniyên herêmê dibin hedefa çeteyên êrîşkar. Em bang li derdorên siyasî, hêzên demokratîk, mûxalîfên şer, parêzvanên mafên mirovan, saziyên sivîl, civaka navneteweyî û saziyan dikin ku ji bo li hemberî geşedanan bêdeng nemînin û temaşe nekin, li ser bingehên demokratîk bertekên xwe bilind bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin