Bankaya Navendî ya Amerîkayê FED, faîzê zêde dike
PeyamaKurd-Bankaya Navendî ya Amerîkayê FED, sinyala ku dê faîzê zêde bike da. Piştî pêkutiya Serokê Amerîkayê Joe Biden a li ser Bankaya Navendî, ji rayedarên FEDê bi awayekî vekirî hat ragihandin ku divê faîz were zêdekirin.
Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, piştî şewba Covid-19ê, bû bandora girseyî ya duyemîn ku li aboriya cîhanê dike. Wekî hemû deverên cîhanê û welatên Ewropayê, li Amerîkayê jî enflasyona herî zêde ya salên dawîn hat dîtin. Li ser vê yekê, Serokê Amerîkayê Joe Biden da zanîn ku ji bo kêmkirina enflasyonê, wan hemû gavên pêwîst havêtine. Ji ber ku çareserî zêde nehatin dîtin, Biden bang li rayedarên Bankaya Navendî ya Amerîkayê FEDê kir ku faîzê zêde bikin.
Hat zanîn ku piştî pêkutiya Joe Biden, Serokê FEDê Jerome Pewell, bi awayekî vekirî ragihand ku ew ê di herdu civînên polîtîkayê de her carê biryara zêdekirina faîzê ya 50 puanî were dayîn.
Powell da zanîn ku enflasyona heyî, enflasyona herî bilind a dîroka welatê wan e. Serokê FEDê bi berdewamî got ku “Daxistina ji %2yan a enflasyonê, dê pêvajoyeke bi êş û elem be lê belê encama herî xirab, dê binketina têkoşîna me ya li hember enflasyonê bûya. Em dizanin ev tê çi wateyê, ev yek dê di mûçeya welatiyan de bibe sedema kêmbûna nirxê darayî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin