Banka Navendî ya Amerîkayê FED faîzê zêde kir
PeyamaKurd – Banka Navendê ya Amerîkayê FED ê biryara faîza xwe da. Banka nisbata faîzê 50 baz puan zêde kir û derxist navbera 0,75-1.00 an. Li setr mijara zêdekirina faîzê banka weha got:
“Wê blanço di 1 ê hezîranê de destpêbike. Di serî de di kêmkirina blançoyê de, di kaxezên xezînê de 30 mîlyar dolar, di qiymetên menqûl yên bi desteka mortgage yê de em ê bi 17.5 mîlyar dolarî destpêbikin. Piştî 3 mehên ewilî em ê blançoyê teng bikin, mehane di kaxezên xezînê de 60 mîlyar dolar û di qiymetên menqûl yên bi desteka Mortgage derxin 35 mîlyar dolarî.
Em li benda xwurtkirina siyaseta pere ne û ji bo enflasyon dagere % 2 ê, bende ne ku bazara kedê xwurt bimîne. Li hemberê talûkeyên enflasyonê em bi hezirin. Ji bo aboriya Amerîkayê bandora wê nediyare. Êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê zahmetiyên mezin yên mirovî û aborî diafirîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin