Baran û lehî gundên bajarê Qersê perîsan kir

21 August 2021 21:37 0 dîtin
Baran û lehî gundên bajarê Qersê perîsan kir

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li navçeya Sûsizê li gunda barana zêde hat û bû sedema rabûna lehiyê. Li ser rabûna lehiyê xelkê gund derketin ser xaniyan û bi alikariya loderan karibûn ji ser xaniyan dakevin.

Baran, li heşt gundan zêde bariya û vewala ku di ber gundan de derbas dibû bû sedema zerar û ziyanê. Axur û erdên çandî di bin avê de man. Li ser lehiyê tîmên AFAD ê, rêvebiriya taybet ya bajêr, cendirme û 112 ê yên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên navborî temamê pêdiviyên xelkê bicîhanîn û dixebitîn da rêya gundan vekin.