Baregeha Barzanî: Sermezarkirin û nerazîbûn têr nake, divê gavên pratîk bên avêtin
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser êrîşa bi drona milîsên Îranî ya şeva borî li Hewlêrê pêk hat, daxuyaniyek belav kir.
Baregeha Barzanî destnîşan kir, tevî spasiya ji bo helwesta aliyan, tenê nîşandana nerazîbûnê û şermezarkirinê ne çareserî ye, divê gavên pratîk li dijî van êrîşên terorîstî bên avêtin.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat gotin: “Tevî ku em bi tundî êrîşa tirsonek û terorîstî ya şeva borî ya li Hewlêrê şermezar dikin, em radigihînin ku ew dest naskirî û eşkere ne ku li paş wê êrîşa terorîstî û êrîş û destdirêjiyên beriya niha ne, mebest û armanca vî karê wan ê nerewa jî gelek bi zelalî diyar e.”
Baregeha Barzanî diyar kir: “Pêzanînên me ji bo helwest û nerazîbûna aliyan û şermezarkirina wan heye, lê belê di rastiyê de tenê nîşandana nerazîbûnê û şermezarkirin çareserî nîne. Divê pêngavên pratîk werin avêtin û gelek bi cidî kar were kirin ku dawî li van kiryarên nemirovî û neyasayî û nerewa were anîn, ku li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê tên encamdan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin