Barîna berfê bandora neyînî li jiyana Kurdistaniyan dike
PeyamaKurd – Li bajarên bakûrê Kurdistanê li Erzerom û Ardahanê li dora nîvro barîna berfê destpêkir û di dawiyê de berf bû bahoz. Xebatkarên şaredariyan û polîs dest bi xebata birêxistina trafîkê kirin. Şaredariyên mezin û yên navçeyan dest bi xebata paqijkirina rê kirin.
Bi sedema rê ji ber berfê girtîne, li ser rêya Erzeromê destûrê nadin ajotina TIRan.
Li Çewlikê (Bingol) li navça Kalıovayê berf zêde bariya û rêya ji wir diçe bajarê Erzeromê, îznê nasdin ku TIR û kamyon herin bi terefê Erzeromê ve. Ji ber di heman rêyê de gelek qeza çêbûn û erebe di rê de man.
Li bajarê Mûşê û der û dora wê, ji ber berf zêde bariya ajalvanên herêmê û şivanên wan gelek zahmetiyan dijîn. Dema berf bariya, şivan karibûn bi zorê terş û tareşan ji mêrgên çiya bigihînin gundan nav axwuran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin