Baroya Diyarbekirê jibo Narînê kete tevgerê

13 September 2024 16:31 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê jibo Narînê kete tevgerê

PeyamaKurd - Serokê Baroya Amedê Nahit Eren ragihand ku wan bi sifeta miştek (şikayetkar) serî li lêpirsîna Narîn Guran daye.

Eren dema bal kişand ser girîngiya weşana li gorî nehênîbûna di dosyeya dozê de, diyar kir ku li ser hestiyên lingê Narînê yê ku tê gotin qetiyaye tu parçeyên goşt tune ne û ji derve midaxeleyeke zindî hatiye kirin.

Ji bo ji holê rakirina qirêjiya agahiyên di lêpirsîna windakirina Narîn Guranê û kuştina wê de û bal kişandina ser îhmal û kêmasiyên ku rû dane, li Avahiya Alîkariya Dadî ya Baroya Amedê civînek çapemeniyê hat lidarxistin.

Baroya Amedê, der barê lêpirsîna Narîn Guranê ya ku roja 21'ê Tebaxê li Amedê winda bû û piştî 19 rojan termê wê li Çemê Êgertutmazê hat dîtin de, ji bo ji holê rakirina qirêjiya agahiyan a di lêpirsînê de û balê kişandina ser îhmal û kêmasiyên ku rû dane, civînek çapemeniyê li dar xist.