Baroya Diyarbekirê girtina Cemîl Taskesen sermezar kir: 'Kê dikare bêje Kurdistan?'

29 October 2021 19:02 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê girtina Cemîl Taskesen sermezar kir: 'Kê dikare bêje Kurdistan?'

PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî, binçavkirina welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen ku li navçeya Misircê ya bajarê Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, ji seroka IYI Partiyê Meral Akşener re gotibû: ‘Ev der Kurdistan e. Em têne înkar kirin' şermezar kir.

Baroya Diyarbekirê di daxuyaniya ku bi sernavê 'Kî dikare bêje Kurdistan' belav kiriye de, bibîr xist ku ji ber peyva "Kurdistanê" li Cemîl Taşkesen lêpirsîn hatiye destpêkirin û hatiye desteserkirin û hat got, Cemîl Taşkesen rastiyeke li holê û dîrokî bilêv kiriye û nayê qebûl kirin ku welatî ji ber ku navê welatên xwe dibêjin bêne desteserkirin û darizandin. Baroya Diyarbekirê girtina Taşkesen bi tundî şermezar kir û daxwaz kir, demildest serbest were berdan.

Meral Akşener doh 28ê Cotmehê li Sêrtê serdana dikana Cemîl Taşkesen jî kiribû û Taşkesen jê re gotibû: “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Taşkesen li ser lêpirsîna dozgeriya Misircê û bi hinceta 'propangdaya rêxistinê' kiriye ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li mala xwe hatibû binçavkirin.