Baroya Diyarbekirê li ser qedexekirina konser, sano û festîvalan Kurdî daxuyaniyek belav kir

28 May 2022 10:06 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê li ser qedexekirina konser, sano û festîvalan Kurdî daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê li ser qedexekirina konser, şano û festîvalan Kurdî de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ev biryarên qedexê, li dijî hiqûqê ne û azadiyan sînordar dikin.

Baroya Diyarbekirê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir da zanîn: “Dest ji vê feraseta xwe a qedexekirinê berdin.”

Herwiha Baroya Diyarbekirê eşkere kir, dema hunermend û çalakiyên ku derbarê wan de biryara qedexekirinê li ber çav digrin tê dîtin ku biryarên siyasî, kêfî û zayendperestî li beramber şêwazê jiyan, çand û zimên hatine dayîn û got, ziman ne tenê amûrekî pêwendiyê ye di heman demê de nasname ye.