Baroya Diyarbekirê serlêdan ji bo aqûbeta hestiyên 3 meytên li Bircên Diyarbekirê hatibûn dîtin kir

11 June 2022 10:28 0 dîtin
Baroya Diyarbekirê serlêdan ji bo aqûbeta hestiyên 3 meytên li Bircên Diyarbekirê hatibûn dîtin kir

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, serlêdan ji bo aqûbeta hestiyên 3 meytên mirovan ên ku li Bircên Diyarbekirê hatibûn dîtin bê eşkerekirin kiriye.

Li gor Baroya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Li nav keleha Diyarbekirê" ku di salên 1990î de wek "navenda lêpirsînê ya JÎTEMê" hatiye bikaranîn, di xebatên nûjenkirinê û kolanê de îskeletên meytên 3 mirovan hatine dîtin.”

Hat zanîn ku Serokatî û rêvebiriya Baroya Diyarbekirê jî, ji bo aqûbeta kuştina mirovan bê eşkerekirin, serlêdana destpêkirina lêpirsînê ji bo Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê kiriye.

Herwiha Baroya Diyarbekirê eşkere kiriye, daxwaza wan ew e ku lêkolîn û lêpirsîn bê kirin ku ew hestî ango îskelet yên kê ne û kengî û çawa can dane bê eşkerekirin.