Barzanî: “Bo desteka didin Herêma Kurdistanê, sipasiya Îmaratan dikim”

12 June 2021 19:41 0 dîtin
Barzanî: “Bo desteka didin Herêma Kurdistanê, sipasiya Îmaratan dikim”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema daweta fermî ya welîehdê Îmaratan Mihemed B. Zayed duhî çû Abû Dabiya Îmaratan. Îro serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê serokatiya Herêma Kurdistanê de peyamekî belav kir. Peyama Barzanî weha ye:

“Îro li Abû Dabiyê bi hevdîtina bi Muhammed bin Zayed El Nahyan re gelek serbilindim. Em, li ser mijarên têkiliyên dualî, bo xurtkirina hevkariya navbera her dû aliyan û mijarên ku berjewendiyên her dû aliyan eleqedar dikin, axifîn.

Bo rêvebiriya Îmaratan, bi sedema desteka daîmî didin Herêma Kurdistanê û Iraqê sipasiya wan dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî piştî hevdîtina bi prensê Îmaratan bi el-Nahyan re, vegeriya Herêma Kurdistanê. Bi Barzanî re serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û şêwirmendê siyaseta derve Felh Mustafa hebûn.