Mesrûr Barzanî û Wezîrê Siûdî civiyan: ‘Em girîngiyê didin aramiya Herêma Kurdistanê'
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku li Îmarata Erebî beşdarî Korbenda Enerjiyê ya Cîhanê bû, hevdîtin û danûstandinên xwe yên bi berpirsên pilebilind ên welatên Erebî re berdewam dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Adara 2022an li Lûtkeya Cîhanî yê Enerjiyê ya li Dubey birêve diçe, bi Wezîrê Darayî yê Erebistana Siûdî Mihemed El Ce’dan re civiya.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, guftûgo derbarê dawî pêşhatên Iraqê û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê hatin kirin û tekezî li girîngiya pêşvebirina hevahengî û hevkariyan di navbera her du aliyan di hemû waran de hate kirin.
Hat ragihandin ku di civîna ku cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî jî beşdar bû de, behsa rewşa Iraqê, deverê û pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Erebistana Siûdî, girîngiya pêşxistina hemahengî û alîkariya navbera her du aliyan hat kirin.
Wezîrê darayî yê Erebistana Siûdî piştî civînê ji medya Kurdistanê re ragihand, civîna wan û serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî serkeftî derbas bûye û ew ê pêwendiyên xwe ji qonaxa heyî hîn baştir bikin.
Mihemed El Cedhan got, “Herêma Kurdistanê û aramiya wê ji bo Erebistanê girîng e. Me di civînê de behsa vê jî kir herwiha me li ser wê yekê jî gotûbêj kir ka em çi bikin ji bo ku aramî li deverê pêk were.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin