Barzanî: Ev serdan nîsaneya berdewamiya pistgiriya Fransa bo Herêma Kurdistanê ye

17 July 2020 14:01 0 dîtin
Barzanî: Ev serdan nîsaneya berdewamiya pistgiriya Fransa bo Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Îro li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransayê re Jean-Yves Le Drian civînek lidarxist. Herdu aliyan jî pêwîstiya li ser bihêzkirina dostanî û peywendiyên dîrokî û girîngiyên navbera Hewlêr û Parîsê gotûbêj kirin.

Îro ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ku bi serdaneke fermî li Herêma Kurdistanê ye, hat pêşwazîkirin. Hevdîtina yekemin a bi Berpirsên Herêma Kurdistanê re, li gel Nêçîrvan Barzanî pêk anî.

Piştî civînê, herdu alî beşdarî konferanseke rojnamevanî bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand:

“Serdana Wezîrê Derve yê Fransayê di vê deme de ji bo me giring e û nîşaneya berdewamiya piştgiriya Fransa bo Herêma Kurdistanê ye.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi bûyerên sala 2017ê û dorpêça li ser Herêma Kurdistanê kir û got, piştî dorpêça 2017 ya li ser Herêma Kurdistanê, Fransayê roleke sereke hebû di şikandina wê dorpêçê de û bi taybet serok Macron alîkar bû ji bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Fransayê kir û got:

“Fransa her tim di tengasiyan de piştgirî li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kiriye.”

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian jî di vê konferansa rojnamevanî de keyfxweşiya xwe bi serdana dubare ya bo Kurdistanê anî ziman û got:

“Kêfxweş im ku careke din li Hewlêrê me, ev cara heyştem e ez serdana Kurdistanê dikim.”

Jean-Yves Le Drian amaje bi peywendiyên xurt ên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê kir û got, “Em dê peywendî û dostaniya xwe bihêztir bikin.”

Le Drian behsa vehewandina penaberan li Herêma Kurdistanê kir û helwêsta Herêma Kurdistanê li hember penaberan weke “camêrî” bi nav kir.