"Basak Demirtas dixwaze bibe berbijêra Stenbolê"
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Başak Demirtaşa hevjîna Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê yê girtiyê siyasî Selahedîn Demirtaş diyar kiriye ku ew dixwaze bibe berbijêrê DEM Partiyê yê Şaredariya Stenbolê.
Ev agahiya daxwaza Başak Demirtaşê, ji alî Rojnameger Îrfan Aktan ve bi ser hesabê wî yê X'ê ji raya giştî re hate parvekirin.
Aktan gotiye ku Başak Demirtaşê ragihandiye ku hevjîna Selahedîn Demirtaş, Başak Demîrtaş gotiye ku eger DEM Partî jî pê razî bibe, ew dixwaze bibe berbijêra Şaredariya parêzgeha Tirkiyeyê ya Stenbolê.
Îrfan Aktan ragihand ku Başak Demîrtaş, li girtîgeha Edirneyê bi hevjînê xwe Selahedîn Demîrtaş re hevdîtin pêk aniye û piştî hevdîtinê, biryar daye ku eger DEM Partî jî razî bibe, ew dixwaze bibe berbijêra Şaredariya parêzgeha Stenbolê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin