Bavê Demîrtas li Goristana Deriyê Mêrdînê hate vesartin

01 January 2024 11:32 0 dîtin
Bavê Demîrtas li Goristana Deriyê Mêrdînê hate vesartin

PeyamaKurd – Cenazeyê bavê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş li Goristana Deriyê Mêrdînê hate veşartin.

Hat hînbûn ku Selahattin Demirtaş daxwaza beşdarbûna merasîma cenaze nekir, bavê wî piştî nimêja cenaze birin Goristana Deriyê Mêrdînê û li wir defin kirin.

Hevjîn, dayik, xizmên Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatimogullari, parlamenterên DEMê Serhat Eren, Adalet Kaya, Sevilay Çelenk, Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û welatî beşdarî merasîma cenaze bûn.

Selahattin Demirtaş, ji parêzerên xwe yên ku ji bo beşdarî merasîma cenazê bavê xwe bibin re got, “Ez ê tiştekî ji wan nexwazim. Ez ê li girtîgehê şînê bigirim. Serlêdanê nekin."

Tahir Demirtaş do (31.12.2023) danê sibê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.