Peyama Demîrtas a ji bo bavê xwe: Dilê me ji vê hucrê mezintir e bavo

31 December 2023 21:09 0 dîtin
Peyama Demîrtas a ji bo bavê xwe: Dilê me ji vê hucrê mezintir e bavo

Peyama Kurd -  Siyasetmedarê Kurd ê girtî û Hevserokê berê yê Partîya Demokrasîya Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş, bi mebesta koça dawî ya bavê xwe peyamek belav kir.

Selahedîn Demirtaş di peyama xwe ya ku bangî bavê xwe kir de got:  “Meraq neke bavo, dilê me ji vê hucrê mezintir e.”

Bavê Selahattîn Demirtaş Tahir Demîrtaş ê ku pêştir krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê dihat dermankirin îro çûbû ser dilovanîya xwe.

Tahir Demîrtaş bi beşdariya siyasetmedarên Kurd û qelebalixiyeke zêde li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê li axê hate spartin.

Selahattîn Demîrtaş ji bo beşdarîkirina biaxkirina bavê xwe bi helwestî serî li Wezareta Dadê ya Tirkîyeyê neda.

Demirtaş, bi mebesta şîna bavê xwe, bi rêya parêzerên xwe peyamak belav kir û spasiya hemû kes û berpirsên dezgehan ên ku beşdarî merasîma binaxkirina bavê wî bûne kir.

Selahedîn Demirtaş di peyama xwe de ji bo bavê xwe wiha got:

“Meraq neke bavo, dilê me ji vê hucrê mezintir e. Heqê xwe helal bike. Hezar carî destên te yên keddar ên bi palûk maç dikim. Cihê te bihuşt be.

Demirtaş di dawîya peyama xwe de spasî li beşdarên merasîma binaxkiriinê ya bavê xwe kir û got: "Ez spasî û slavên xwe pêşkêşî wan hemû kesan dikim ku sersaxiya xwe pêşkêş kirin û êşa me parve kirin.”