Biryarê 4 salî xema sehîdbûna bavê xwe ranegirt û dilê wî sekinî
PeyamaKurd - Piştî du rojên li nexweşxaneyê, Biryarê temen 4 salî yê kurê pêşmergeyê şehîd Aso Celal jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku îro êvarê Biryar li nexweşxanê can daye.
Aso Celal Mesoyî roja 31ê Tîrmeha li Germiyanê di êrîşeke DAIŞê de şehîd bûbû û kurê wî yê 4 salî Biryar jî ji ber xemxwariya bavê xwe tenduristiya wî têk çûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Biryarê ku pir pirsa bavê xwe yê şehîd dikir, ji xwarinê ketibû û hem çend caran krîza dil derbas kiribû hem jî mejiyê wî xwîn girtibû.
Xizmên kurê Şehîd Aso dibêjin, dê Biryar li goristana Seywan a li Silêmaniyê bi xakê bispêrin ku mezelê bavê wî jî li wir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin