Riha | Keçeke 13 salî bi destê bavê xwe hat îskencekirin û kustin

03 September 2021 15:35 0 dîtin
Riha | Keçeke 13 salî bi destê bavê xwe hat îskencekirin û kustin

PeyamaKurd - Li navçeya Eyyubiye ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, zarokeke keç a 13 salî bi destê bavê xwe ve hat kuştin.  

Hat ragihandin ku li taxa Şêxmahsût a navçeya Eyyubiyê zaroka keç a 13 salî A.D. ji aliyê bavê xwe Mohammad D. ve hatiye kuştin.  

Hat zanîn ku Mohammad D pêşî îşkence li keça xwe kiriye û pişt re jî bi madeyeke sotemenîyê ew şewitandiye.

Piştî agahdarkirina xelkê deverê, polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û A.D. rakirine nexweşxaneyê, lê tevî hemû destwerdanên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest daye.

Bavê keçikê Mohammad D. û apê wê ji aliyê hêzên ewelekariyê ve hatin binçavkirin.