Diyarbekir | Zarokekî 14 salî bavê xwe bi çeka wî ya cerdevaniyê kust
PeyamaKurd – Li navçeya Gêlê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê, îro 9ê Hezîranê zarokekî 14 salî bavê xwe yê cerdevan kuşt û zarok ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.
Li gor zanyariyan, li gundê Xeydana Jor ê ser bi navçeya Gêlê ya Diyarbekirê ve, îro 9ê Hezîrana 2023an cerdevan û mixtarê gund Selahattin Umay bi kêrê hevjîna xwe E.U. birîndar kiriye.
Her li gor wan zanyariyan, kurê wan M.U yê 14 salî jî parastina dayika xwe kiriye û bi çeka bavê xwe 3 gule li bavê xwe reşandine û ew birîndar kiriye.
Hat ragihandin ku piştî tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê, Selahattin Umay bi birîndarî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil hatiye veguhestin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkan, wî kesî ji ber dijwariya birînan li nexweşxaneyê can daye.
Herwiha hat eşkerekirin, kurê Selahattin Umat, M.U yê 14 salî ji aliyê cendirmeyan ve hatiye desteserkirin û lêpirsîna bi wî re berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin