Xêrata Bavê Teyar li Diyarbekirê hat belavkirin

22 January 2025 13:55 0 dîtin
Xêrata Bavê Teyar li Diyarbekirê hat belavkirin

PeyamaKurd – Li navçeya navendî Sûra Diyarbekirê ji bo xêrata Bavê Teyar 600 simît û ava fêkî hat belavkirin.

Şanoger û lîstikvanê kurdî Cûma Xelîl Îbrahîmê ku bi navê Teyar dihat naskirin, di 18ê çileya 2025an de, di êrîşa Tirkiyeyê ya bi ser Bendava Tişrînê de canê xwe ji dest da. 

“Zarokatiya min bi temaşekirina fîlmên komîk ên Bavê Teyar bihirî.”

Tayfûr Bîrtaneyê ku yek ji wan xêrxwazan e ku li Sûrê xêrata Bavê Teyar belav kiriye, diyar kiriye: “Zarokatiya min bi temaşekirina fîlmên komîk ên Bavê Teyar bihirî. Ew hunermendekî hêja bû û karê xwe bi serkeftî dikir. Ji loma, em jî ji doh ve ji bo xêrata wî, simît û ava fêkiyan belav dikin.”